Li Hesekê panêlek derberê mafê koçberan û vegera wan hate lidarxistin

Panêleke diyalogê bi sernavê "Ji koçberiyê ber bi rûmetê ve" ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Hiqûqnas ve hate organîzekirin, ezmûnên jinên koçber ên li Sûriyeyê nirxandin.

13 kanûn, 2025   18:27
HESEKÊ

Yekîtiya Jinên Parêzer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Meclîsa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk, li Hola Yekîtiya Parêzeran a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê semînerek diyalogê bi navê "Ji Koçberiyê Ber bi Rûmetê" li dar xist.

Bi dehan parêzerên jin ji seranserê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bilî Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Komîteya Koçberan a Serê Kaniyê, beşdarî semînera diyalogê bûn.

Di panêla diyalogê de, endama Meclisa Jinan a TEV-DEM`ê Şaha Xelîl, êşa koçberên li Efrîn, Şehba, Serê Kaniyê û li tevahiya Sûriyeyê şîrove kir û teqez kir ku edaleteke rastîn pêk nayê heya ku jinên Sûriyeyê azad nebin û jin û mêrên koçber vegerin mal û axên xwe.

DI RÛNIŞTINA 1'EMÎN: ÊŞA DI KOÇBEREIYÊ DE

Rûniştina 1'emîn, ku li ser êşên koçberiyê bû, ji aliyê yek ji rêveberên Rêxistina Mafê Mirovan li Sûriyeyê Evîn Cumaa ve hate birêvebirin.

PNANBERÎ Û KOÇBERIYA BI DARÊ ZORÊ

Avîn Cumaa anî ziman ku ji destpêka şer li Sûriyeyê di sala 2011'an de, hejmara penaber û kesên bêwar heta dawiya sala 2025'an ji 12.3 milyon kesan derbas bûye, di nav de 6.2 milyon kesên bêwar ên navxweyî ku di şert û mercên koçberiya demdirêj de bêyî îhtîmala vegera ewle dijîn.

Avîn Cumaa diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdora 4,5 milyon kes dijîn di nava wan de 2,9 milyon li herêmê koçber in, li nava kampan li gel şertên zehmet de dijîn, her wiha li herêmên Beravê Sûriyeyê û Siwêdayê ji ber sûc û êrişan pêlên koçberên dest pê kir. Li Barkur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran ji sala 2018'an heya 2025'an koçber bûne ku ji bo wan jî ti sozên ewlehî û parastin ji bo wan nekirine.

RÛNIŞTINA 2'EMÎN: GARANTIYÊN NAVNETEWEYÎ

Di ûniştina 2'emîn de 2 mijarên sereke ahtin gotûbêjkirin. Mijara yekem bi sernavê "Garantiyên Navneteweyî" bû û ji hêla Hevseroka şaxê parêzeran a bajarê Serê Kaniyê Hewa Mihemed ve hate birêvebirin û got: "Ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Serê Kaniyê û gundewarê wê dagir kirine, herêm rastî binpêkirinên sîstematîk li dijî niştecihên wê yên resen tê û heta Cotmeha 2025'an, 6 sal di ser dagirkeriyê û wêrankirina berfireh a ku wê çêkiriye re derbas dibe."

BINPÊKIRINÊN HERÎ BERBIÇAV ÊN BELGEKIRÎ

Hewa Mihemed piştrast kir ku Komîteya Koçberên Serê Kanîyê rewşên dubare yên koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografîk, desteserkirina mal û erdê, ji bilî girtinên keyfî, windakirinên bi darê zorê û îşkenceyê belge kiriye.

REWAKIRINA DESTESERKIRINÊ Û ÎNKARKIRINA MAFÊ VEGERANDINÊ

Hewa Mihemed destnîşan kir ku dagirker hewlên xwe yên ji bo rewakirina desteserkirina milkê kesên koçber bi rêya peymanên firotina bi zorê didomînin.

VEGERANDINA MILK Û QEREBÛKIRINA ZIRARAN

Mijara duyem li ser vegerandina milkan û qerebûkirina ziraran bû, derbarê mijarê parêzer Wela Zavê destnîşan kir ku ev yek vegera mal, erdên çandiniyê, otomobîlan, dikanan û vegera milkê taybet dihewîne.

Parêzer Walaa Zafi teqez kir ku pêwîst e berpirsên binpêkirinan werin darizandin, rastî were eşkerekirin, çare bê dayîn, sazî bên çaksazkirin û li gorî qanûnên navneteweyî, Peymanên Cenevreyê û Statuya Romayê dubare nebin, di heman demê de binpêkirin bên belgekirin û deng ji qurbaniyan re bê dayîn.

Piştî bidawîbûna rûniştinan, nîqaşek di navbera beşdaran de hate vekirin. Jinên koçber ên ji Serê Kaniyê û Efrînê şahidiyên xwe yên li ser binpêkirin û êşên ku wan kişandine, di nav de dizî, destdirêjî û binpêkirinên din ên giran, parve kirin. 

Civîna diyalogê bi daxuyaniyekê û rêzek encaman bi dawî bû:

Naskirina mafê vegera ewle.

Misogerkirina parastina koçberiya bi darê zorê.

Efrîn ji hêla gelê xwe ve, tevî Hêzên Ewlehiya Navxweyî, were birêvebirin.

Vegerandina mal û milkan.

Vegerandina berhemên dîrokî yê hatine dizîn.

Berpirsiyarî û hesabxwestin.

Derketina komên çekdar û malbatên wan ji bo misogerkirina vegera ewle.

Betalkirina peymanên kirîn û firotinê li herêmên dagirkirî.

(ac)

ANHA