Heşd El Şebî: Serkirdeyekî DAIŞˊê ku ji girtîgeha Şedadê reviye hat girtin

Heşd El Şebî ragihand ku serkirdeyekî DAIŞˊê yê xeternak, ku ji girtîgeha Şedadê ya Sûriyeyê reviya û hewl da bikevin xaka Iraqê girt.

Heşd El Şebî: Serkirdeyekî DAIŞˊê ku ji girtîgeha Şedadê reviye hat girtin
20 ÇILE, 2026   02:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên destpêkê, Heşd El Şebî daxuyand ku serkirdeyê DAIŞˊê yê hatiye girtin, ji girtîgeha Şedadê reviya, hewl da ji xaka Sûriyeyê derbasî Mûsilê bibe. Ew bepirsê yekser ê nuqteyên DAIŞˊê li Mûsil û xaka Sûriyeyê ye, çavdêriya plan û birêvebirina çalakiyên terorane dikir û tevgerên şaneyên veşartî li wan herêman bi rêxistin dikir.

Heşd El Şebî diyar kir ku ev operasyon derbeyek ewlehî ya biêş li dijî rêxistina DAIŞˊê ye û got ew bi tevahî hêzên xwe amade ne ku bi ser serkirdeyên xeternak ên terorîst de bigirin.

(fr)