Balafireke bêmirov êrişî gundekî Sirînê kir: Zarokek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Geraf ê bajarê Sirînê bomberan kir, di encamê de zarokek şehîd bû û 2 zarok jî birîndar bûn.

Balafireke bêmirov êrişî gundekî Sirînê kir: Zarokek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn
10 adar, 2025   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji herêmê wergirtine, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Geraf ê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Di encamê de zarokê bi navê Fewaz Mistefa Îbrahîm (13) şehîd bû, 2 zarokên bi navên Ebdurehîm Mihemed Misto (13) û Ebdulnafih Mihemed Misto (9) jî birîndar bûn. 

Hemwextî wê dagirker bi çekên giran gundê Bîr Hiso yê gundewarê Kobanê topbaran dikin.

(fr)