Hêrsa li hemberî komkujiya li Kobanê: Divê hesab bê pirsîn

Partiyên siyasî, rêxistinên mafên zarokan û saziyên civaka sivîl komkujiya li Kobanê şermezar kir û xwestin hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn.

Hêrsa li hemberî komkujiya li Kobanê: Divê hesab bê pirsîn
17 adar, 2025   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker şevê din saet 00.40’an de li gundê Berxbotan ê Kobanê malbatek bombebaran kir. Her wiha bi çekên giran jî gund topbaran kir. Di encama êrişê de ji heman malbatê piraniya wan zarok, 9 kes hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn. Li hemberî komkujiyê partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên mafên zarokan bertek nîşan dan.

PARTIYA YEKITIYA ERMENÎ

Partiya Yekitiya Ermenî bi daxuyaniyekê komkujiya li Berxbotanê şermezar kir û diyar kir ku ev komkujiya li dijî zarok û sivîlan binpêkirina qanûn û pîvanên navneteweyî ye. Di daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî hate kirin ku qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker bigirin. Bang li Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Navneteweyî, rêxistinên mafên zarok û mirovan jî hat kirin ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.

PARTIYA AŞTIYA DEMOKRATÎK a KURDISTANÊ

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê jî der barê komkujiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê helwesteke cidî nîşan bide.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bêdengiya navneteweyî dewleta Tirk teşwîq dike ku sûcên xwe li herêmê zêdetir bike û hate gotin: "Madem dagirkeriya Tirk heye û bersiva wê nayê dayîn, wê li welat aştî û aramî nebe."

TEV-DEM

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê hate gotin: "Di demekê de ku gelê me Newrozê pîroz dike û bi hêvî ye ku banga Rêber Abdullah Ocalan a aştiyeke daîmî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêk were,  dewleta Tirk a faşîst careke din rûyê xwe hov ê dijberî aştiyê aşkera dike.

Pêkanîna komkujiyê di salvegera komkujiya Helebceyê de peyameke vekirî ya dewleta Tirk a faşîst ji bo gelê me û cîhanê re ye ku hişmendiya şer, qirkirin û wêrankirinê bidomîne û aştî û demokasiyê qebûl nake. Li ser vê yekê em bang li raya giştî ya cîhanê û Neteweyên Yekbûyî dikin ku dimildest destwerdanê bikin û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê me rawestînin.”

NIVÎSGEHA PARASTINA ZAROKAN

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Desteya Jinan a Kantona Firatê jî daxuyaniyek da. Hate gotin hedefkirina zarokan li dijî qanûn û peymanên naveteweyî yên têkildarî parastina jiyana zaroken e û hate diyarkirin ku tevî dijwariya vê sûcî jî lê cîhan bê deng e.

YEKITIYA PARÊZERAN

Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê rawestîne. Her wiha bang desthilata Şamê hat kirin ku erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hemberî gelê Sûriyeyê bi cih bîne, ji dewleta Tirk bixwaze bila dimildest ji herêmên dagirkerî derkeve û binpêkirinên xwe li dijî serdestiya Sûriyey ê û sûcên wê yên li Sûriyeyê rawestîne.

RÊXISTINA STRÊK

Rêxistina Strêk a Zarokan a Helebê jî bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir ku xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn.

(bb)

ANHA