Dagirker êrişên xwe li Til Temirê berfireh kirine

Dewleta Tirk a adagirker bajarê Til Temirê û tevahiya gundên li xeta şer topbaran dikin.

Dagirker êrişên xwe li Til Temirê berfireh kirine
17 adar, 2025   14:41
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser bajar û gundewarê wê didomînin.

Artêşa dagirker û çeteyên wê li bajarê Til Temirê cihekî sewalan û stasyona kehrebeyê û gundê Um El Kêf topbaran kir. Di van kêliyan de gundên Dirdara, Ebûş, Şêx Elî, Mislieta, Qibûr El Qeracîna, Um El Xêr û Xiwêtila yên bakurê bajarê dane ber topan.

Her wiha gundên Til Kêfcî, Til Kirbêt, Bab El Xêr, Til Cuam, Gozeliyê, Til Leben, Tewîla, Til Tewîl, Deşîşa, Siker, Ihêmer û Mehel ên rojavayê bajar tên topbarankirin.

(bb)

ANHA