CENTCOM: 11 dronên Hûsiyan hatin xistin

CENTCOM’ê ragihand ku DYA li Yemenê êrişên xwe yên asmanî li dijî Hûsiyan didomîne û 11 balafirên bêmirov xistine xwarê.

CENTCOM: 11 dronên Hûsiyan hatin xistin
17 adar, 2025   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku DYA êrişên xwe yên asmanî li dijî Hûsiyan li Yemenê didomîne.

Rayedarekî amerîkî ji Reutersê re ragihand, balafirên şer ên artêşa DYA’yê 11 balafirên bêmirov ên Hûsiyan xistine xwarê.

Beriya vê yekê jî berdevkê Hûsiyan ragihandibû ku Hûsiyan di 24 saetan de 2 caran keştiya balafiran a DYA’yê ‘Harry Truman’ li bakurê Deryaya Sor kiriye armanc.

(bb)