‘Her der cihê berxwedanê ye’

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ji du baskan destpê kir, di roja 10’emîn de berdewam dike.

‘Her der cihê berxwedanê ye’
10 sibat, 2024   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Meşvanên “Meşa Mezin a Azadiyê” Baskê Qersê yê li ser rêya Licê û Farqînê demekî dirêj meşiyan, pişt re gihiştin navenda navçeyê. Meşvanên bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin, heta navenda navçeyê bi dirûşm û stranan meşiyan. Baskê  jî Wanê gihaşt Qosera Mêrdînê û li vir bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Meşvanan li vir bang li welatiyan kir û got: "Dê heta serkeftinê meşa xwe bidomînin."

Şêniyên Qoserê Meşvanên Azadiyê li Otogara Qoserê bi coşek mezin pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Ji 7 salî heta 70 salî şêniyên Qoserê di nava meşê de cih xwe girt. Piştî ku meş destpêkir jî welatiyên li derdorê û esnaf jî bi çepik û dirûşmeyan piştevaniya xwe anîn ziman.

 Li Bulvara Ugur Kaymaz a ku piştî tayînkirina qeyûman a sala 2016'an hat hilweşandin kom bûn û Ugur Kaymaz bi bîr anîn. Li vir kurnefîl danîn û ber bi Qada Azadiyê ve meşiyann. Di meşê de dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin.

Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, axivî û bal kişand ser girîngiya meşê û got: "Em meşvanên azadiyê 10 rojin ji bo azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dimeşîn. Îro jî em gihaştin Qoserê. Ji bo piştgiriya we spas. Em bi sedsal in bi hesreta azadiyê dijîn. Ji ber vê sedemê me meşa azadiyê da destpêkirin. Em ê heta ku bighijin armanca xwe meşa xwe bidomînin. Me heta niha serî netewand û em natewînin jî. Divê pirsgirêka kurd bi muxatab re bên çareserkirin. Muxatab jî Birêz Ocalan e."

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Arslan a li ser navê meşvanên tevî hemû qedexe û astengkirinan gihiştin navenda navçeyê Ferqînê Baskê Qersê piştî meşa xwe ya Farqînê gihaşt Hezoya Êlihê. axivî, wiha got: “Meşê deh roj li pey xwe hişt. Me roja ewil gotibû ev meş ne ewil dê ne jî dawî be. Heta ku birêz Ocalan azad bibe dê ev meş berdewam bike. Me silavên Keleha Qersê, Çiyayê Araratê, Dîgorê, Sakîne Cansiz, Hayrî Dûrmûş, Ceylan Onkol anîn. Gelê kud sed sal in bi hesreta azadiya xwe ne. Gelê kurd bi gelek komkujiyan re rûbirû ma. Li Farqînê di demekî nêzîk de bi dehan ciwan hatin qetilkirin. Em li dijî mirinê siyaseta jiyanê dimeşînin. Me di tevahiya meşa xwe de di çavnên dayikan de hesreta ji bo aştiyê dît. Dewlet ji vê hesretê ditirse. Heke rêberê gelê kurd di tecrîdê de be, gelê kurd jî di tecrîdê de ye. Li dijî aqlê ku kurdan tune dihesibîne her der bû paytextê berxwedanê. Navê meşa me meşa azadiyê ye û em ê vê azadiyê bînin.”

Nevroz, daxuyand ku dê "Meşa Mezin a Azadiyê" a Baskê Qersê di 13'yê Sibatê de li Amedê be û wiha bang kir: "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku tevlî meşa me bibin."

Baskê Qersê piştî meşa xwe ya Farqînê gihaşt Hezoya Êlihê.