Hemasê kuştina fermandarekî xwe piştrast kir

Hemasê bi daxuyaniyekê kuştina fermandarê xwe yê baskê leşkerî Îzedîn El Hedad piştrast kir.

Hemasê kuştina fermandarekî xwe piştrast kir
16 gulan, 2026   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê duh ragihandibû ku wê bi êrişeke hewayî fermandarî baskê leşkerî yê tevgera Hemasê Izedîn El Hedad li Şerîda Xezayê de kiriye armanc.

Li gorî ajansa Reutersê, rayedarên payebilind ê Hemasê îro pişrast kir ku Îzedîn El Hedad di êrişekê de li bajarê Xezayê hat kuştin.

Şahidan jî diyar kir ku ji mizgeftên bakurê Xezayê "şehadeta El Hedad" hat ragihandin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê parastinê yê Îsraîlê Israel Katz duh ragihandibû ku “Artêşa Îsraîlê li Xezayê fermandarê baskê leşkerî yê Hemasê û yek ji plangerên komkujiya 7ˊê Cotmeha 2023ˊan kir hedef.''

Di daxuyaniyê artêşê de hate gotin: "El Hedad berpirsê kuştin, revandin û êşandina bi hezaran sivîl û leşkerên îsraîlî bû. Hedefkirina wî di çarçoveya siyaseta pêşîgirtina li gefan de pêk hat."

Artêşê daxuyand ku dê operasyonên xwe li dijî hemû kesên beşdarî êrişa 7'ê Cotmehê bûbûn, bidomîne.

(bb)