Hemasê banga agirbestê kir

Tevgera Hemasê diyar kir ku daxuyaniya NY’yê ya li ser xelaya li Xezayê, tevgereke lezgîn a ji bo agirbestê û vekirina deriyan li pêşiya alîkariyên mirovî hewce dike.

Hemasê banga agirbestê kir
22 tebax, 2025   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çarçoveya Destnîşankirina Entegreya Ewlekariya Xurekê (IPC) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ku navenda wê li Romayê ye, diyar kiribû ku li bajarê Xezeyê xela heye. Tê payin ku heta dawiya meha Îlonê bigihêje Deyr El Beleh û Xan Yûnisê.

Piştî van agahiyan, Tevgera Hemas daxuyaniyek da û diyar kur ku daxuyaniya NY’yê mezinahiya karesata mirovî ya ku gelê Xezayê pê re rû bi rû ye piştrast dike.

Di daxuyaniya Hemasê de hate destnîşankirin ku Îsraîlê polîtîkayên birçîkirinê wekî amûrek şer û qirkirinê li dijî sivîlan bi kar tîne û got, "Ev yek jî binpêkirineke eşkere ya hemû pîvan û peymanên navneteweyî ye."

Hemasê ragihand ku daxuyaniya NY’yê, piştî mehên hişyariyan û êşa ku gel di bin dorpêçkirin û birçîbûna sîstematîk de kişand, dereng hate dayîn.

Hemas destnîşan kir ku rawestandina dimildest a sûcên li dijî mirovaniyê, rizgarkirina zêdekirî 2 milyon mirovên ku bi qirkirin, birçîbûn û wêrankirina sîstematîk a tevahî hêmanên jiyanê rû bi rû ne, berpirsiyartiya qanûnî û exlaqî ya hêzên navneteweyî û hemû saziyên wê ne. Her wiha bang li wan kir ku bêyî şertan û bi awayekî lezgîn û domdarî deriyên sînorî li pêşiya xwarin, derman, av û sotemeniyê vekin.

Hemasê bi bîr xist ku li gorî qanûnên navneteweyî, bikaranîna birçîkirinê wekî çekekê sûcekî şer û sûcê qirkirina komî ye, ji ber vê yekê jî xwest hesab ji Îsraîlê bê xwestin. Hemasê di dewama daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê kir ku tavilê tedbîrên rawestandina şer û rakirina dorpêçê bigirin.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê, bi daxuyaniyekê îdia kir ku li Xezayê xela tune ye û got, "Rapor NY’yê xwe dispartiye derewên Hamasê. Rêxistin jî ji bo berjewendiyên xwe yên taybetî wê bikar tînin."

Di daxuyaniya wezaretê ya Îsraîlê de hate ragihandin ku di van hefteyên dawî de miqdareke mezin a alîkariyên bingehîn ên xurekê derbasî Xezayê bû, vê yekê hişt ku nirxê xwarinê dakeve.

(ac)