Hemas ji Trump re: Agirbest beramberî berdana dîlên Îsraîlê

Çavkaniyên amerîkî aşkere kirin ku Hamasê nameyek ji Trump re şandiye û daxwaza agirbesteke 60 rojî li Xezayê kiriye li beramberî wê, dê nîvê dîlên îsraîlî serbest berde, bi berdewamkirina agirbestê re, danûstandinên der barê berdana dîlgirtiyên dê bidomin.

Hemas ji Trump re: Agirbest beramberî berdana dîlên Îsraîlê
22 îlon, 2025   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Fox News’ê ku agahiyên xwe spartin rayedarekî payebilind ê amerîkî û çavkaniyeke agahdar bi danûstandinên li ser Xezayê, piştrast kir ku Hamas nameyeke taybet ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re nivîsandiye, tê de daxwaza garantiya agirbesta 60 rojan li Xezayê kiriye, li hember berdana nîvê dîlên îsraîlî yên ku di destê wan de ne.

Çavkaniyê ku agahiya wê li ser reşnivîsa nameyê heye, destnîşan kir ku Hamasê garantî xwestiye ku bi berdewamkirina agirbestê re, danûstandinên der barê berdana dîlgirtiyên dê bidomin.

Li gorî heman çavkaniyan name niha li cem navbeynkarên qeterî ye û tê payîn ku vê hefteyê radestî Trump were kirin.

(ac/şx)