El Şeri: Lihevkirina ewlekariyê ya bi Îsraîlê re di astên pêş de ye

Ehmed El Şeri di lûtkeya Concordia de banga rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê kir û îdia kir ku hikumeta wî nûnertiya tevahî sûriyeyiyan dike. El Şeri da zanîn ku lihevkirina ewlekariyê ya bi Îsraîlê re di astên pêş de ye. Her wiha bal kişand ser peymana 10'ê Adarê jî.

 El Şeri: Lihevkirina ewlekariyê ya bi Îsraîlê re di astên pêş de ye
22 îlon, 2025   21:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri di lûtkeya Concordia ya li New Yorkê de banga rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê kir.

El Şeri îdia kir ku hikumeta wî nûnertiya tevahî gelê Sûriyeyê dike û ku her kesê ku binpêkirin pêk anîne dê were cezakirin.

Her wiha El Şeri bal kişand ser peymana 10'ê Adarê ya bi fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî jî.

Der barê dosyaya Îsraîlê de El Şeri got: "Sûriye naxwaze bi Îsraîlê re bikeve cengan lê belê ew ê mafê xwe yê xweparastinê biparêze."

El Şeri da zanîn ku lihevkirina ewlekariyê ya bi Îsraîlê re di astên pêş de ye.

(mh)