Hemas: 33 êsîrên Îsraîlê hatin kuştin

Hemasê ragihand ku di şerê li Xezayê de 33 êsîrên Îsraîlê hatin kuştin.

Hemas: 33 êsîrên Îsraîlê hatin kuştin
2 kanûn, 2024   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê vê êvarê ragihand ku ji ber şerê li Xezayê yê ku Cotmeha 2023ˈan dest pê kiribû, bi giştî 33 êsîrên Îsraîlî hatin kuştin.

Di daxuyniya Hemasê de hate gotin "Bi sebeba serokwezîr Benjamin Netanyahu û artêşa wî 33 êsîrên siyonîst hatin kuştin û şopa hin ji wan winda bûye."

Hamasê hişyarî da Îsraîl ku "bi berdewamkirina şerê li ser Xezayê dibe ku hûn êsîrên xwe heta hetayê ji dest bidin."

Tabûra Qesamê (Baskê leşkerî yê Hemasê) demek berê jî diyar kirin ku ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê hin êsîr hatin kuştin. Qesamê Îsraîlê  tawanbar ku bi zanebûna êsîran qetil dike da ku ji dosyaya wan xilas bibe.

(bb)