ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 19-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 19-04-2024
19 nîsan, 2024   02:00

Malbatên şehîdan diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her li ser pêyan bin û ew ê bi hêz û berxwedana jinan azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan misoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nakokiyên domdar ên li ser parvekirina bacan ên di navbera malbata Esed de bandoreke giran li tevgera bazaran kiriye. (BI WÊNE)

Projeya enerjiya tavê ya Kooperatîfa El Caabî zêdetirî 16 hezar donim zevî li rojhilatê Dêrazorê av dide. Komîteya Çandiniyê jî hewl dide kooperatîfeke din aktîf bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji temenê xwe 35 sal dane koşkariyê. Lê teknolojiya ku her roj zêdetir pêş dikeve, pîşeya wî ber bi dawiyê ve dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Sara li pêş navenda xwe ya li Kobanê der barê êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyekê li gundê Ênbetê yê Kobanê de daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Çilaxa bi navê ˊŞehîd Çeleng El Elîˊ di çarçoveya hemleya xwe ya ˊEm çenga azadiya bi ser bixin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikinˊ maçekê li dar dixe. Maç li yarîgeha gundê Zexîre yê rojhilatê navçeyê tê lidarxistin, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Tirbespiyê ya kantona Cizîrê turnuvaya Newroz a volyboolê li gundê Sîha Biçûk dest pê dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Helebê li hola Star Laght a li taxa Şêxmeqûsdê konferansa ˊCiwan û Rêbertîˊ li dar dixe, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)