Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

Helbestvan Ehmed Huseynî ku demek dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, di 71 sali jiyana xwe ji dest da.

Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da
Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da
Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da
Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da
Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da
10 adar, 2026   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî ev demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin. Helbestvan Ehmed Huseynî îro jiyana xwe ji dest da.

Li paytaxta Siwêd Stockholmê Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî ji ber nexweşiya penceşêra pişikê di temenê xwe yê 71 salî koça dawî kir.

rojnamevan û helbestvan Ehmed Huseynî di Sala 1955`an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk dibe. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li bajarê Amûdê dixwînê. Piştre derbasî paytexta Sûriyeyê Şamê dibe û beşê Felsefê yê zanîngeha Şamê bi dawî dike.

Di salên heftî de bi bavê xwe Şêx Tewfîq re derbasî paytexta Lubnanê Beyrût dibe. Li Lubnanê helbestvanê Kurd ê mezin Ceger Xwîn nas dike. Ceger Xwîn gelekî bandorê li helbestvan Ehmed Huseynî dike.

Piştî Ehmed Huseynî zanîngehê bi dawî dike rejîma Baas destûr nade ku bibe karmend. Dema Ehmed Huseynî derfetê kar nabînê berê xwe dide koçberiyê û sala 1989`an derbasî Ewrûpa dewleta Siwêd dibe.

Rewşenbîr Huseyîn sala 2004`an ciyê xwe di avakirina Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) de digire. Dema Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê sala 2016`an kongreyê xwe yê duyemîn lidarxist, Ehmed Huseynî jî beşdarî kongreyê bû. Di heman salê de vedigerê Rojava, xizmeta çanda kurdî dike û çalakiyên curbecur ên çandî birêxistin dike.

Ehmed Huseynî helbest bi zimanê kurdî dinivîsandin û dîwanên helbestan nivîsandin. Her wiha pirtûk wergerandin zimanê Kurdî. Sala 1990`î dîwanê helbestê bi navê Mistek ji şîna bêcir, 1993`an Bi xewna we pênûsê dilorînim û 1994`an Rono û sirûdên bêrîkirinê li Stockholmê nivîsandin. Pirtûka nivîskar Selîm Berekat a bi navê El Cerad El Hedîdî sala 1997`an wergerandin zimanê kurdî û navê wê kir Sîriskên Hesinî. Sala 2002`an li Stenbolê dîwanê El Amal El Kamîle, li çapxaneya Avesta, 2003`an Bajarê Dirinde çapxaneya Belkî û 2004`an Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî, li çapxaneya Aram çapkirin.

Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ji bo wefata wêjevanê kurdî û Serokê Yekitiyê helbestvan Ehmed Huseyîn daxuyanî dan û gotin:` Bi  navê Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Nûnerên Desteya Desteya Rêveberiyê û hemû endamên Yekitiyê em sersaxî ji malbata Ehmed Huseyîn re dixwazin. Sebir bide wan û xwedê rehmeta xwe lê bike.`

Helbestvan Ehmed Huseynî ji sala 2013`an ve destpêkir dihat Rojava û sala 2016`an bi temamî li Rojava ma. 15 dîwanên helbestan nivîsandin. Îro roja sêşemê li Siwêda wefat kir. Sala 2023`an hat zanîn ku penceşêra pişikê pêre çêbûye û ji bo tedawiyê vegeriya Siwêda.

(np)

ANHA