Roja pênçşemê dê koma duyemîn a koçberan vegere Efrînê

Dê roja pênçşemê komek din a koçberên Efrînê vegerin warê xwe. Li gorî agahiyên me ji Meclîsa Koçberan a Efrîn û Şehbayê girtiye, dê 200 malbatên ji navçeya Raco û navenda Efrînê vegerin Efrînê.

Roja pênçşemê dê koma duyemîn a koçberan vegere Efrînê
10 adar, 2026   15:19
QAMIŞLO

Koma yekemîn a koçberên Efrînê di 9’ê Adarê (2026) ji Hesekê ber bi Efrînê ve çûn û îro sibehê gihiştin Efrînê. Dê roja pênçşemê (12’ê Adarê) komek din a koçberên Efrînê vegerin warê xwe. Li gorî agahiyên me ji Meclîsa Koçberan a Efrîn û Şehbayê girtiye, dê 200 malbatên ji navçeya Raco û navenda Efrînê vegerin Efrînê.

(bî)

ANHA