Hejmara qurbaniyên bombebarana li Sûdanê gihaşte 188 kesî

Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê da zanîn ku hejmara qurbaniyên bombebarana li bazara Tungwang a Sûdanê gihaştiye 188 kesî.

Hejmara qurbaniyên bombebarana li Sûdanê gihaşte 188 kesî
29 cotmeh, 2026   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya ku meclisa serokatiyê ya fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên Sûdanê Mihemed Hemdan Deqlo bi rê ve dibe, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hejmara kuştiyên bombebarankirina bazara Tungwang a taxa Dumaya ku dikeve rojavayê bajarê Nyala yê Sûdanê gihaştiye 188 kuştî û 356 birîndaran.

Her wiha wezaretê destnîşan kir ku wan hejmara kuştî û birîndaran li gorî raporên saziyên tenduristiyê û tîmên tenduristiyê yên li meydanê dixebitin, daye.

Wezaretê da zanîn ku hejmara birîndaran zêde ye. Birîna hin birîndaran giran e û li nexweşxaneyên bajêr derman û xwîn gelekî kêm e.

Roja duşemê dronekê bazara Tungwang a taxa Dumaya ya bajarê Nyala bombebaran kiribû.

(np)