Ji bo piştgiriya bijîşkê ku rastî êrişê hat xwepêşandan hat lidarxistin

Bi dehan şêniyên bajarê Qelaat El Medîqê li gundewarê Hemayê ji bo piştgiriya bijîşkekî ku rastî êrişa hatiye, xwepêşandanek li dar xistin û daxwaz kirin ku sûcdar werin darizandin û qanûn were sepandin.

Ji bo piştgiriya bijîşkê ku rastî êrişê hat xwepêşandan hat lidarxistin
3 tîrmeh, 2026   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro li bajarê Qelaat El Medîqê li gundewarê Hemayê xwepêşandanek hate lidarxistin, ji bo piştgiriya bijîşkekî ji bajêr ku li ber çavên hevjîn û zarokên xwe rastî êrişê hatiye. Xwepêşanderan daxwaz kir ku kesên sûcdar werin darizandin û qanûn ji bo her kesî were sepandin.

SOHR`ê diyar kir ku bijîş li ber çavên hevjîn û zarokên xwe ji aliyê komek kesan ve rastî êrişê hatibû, ji ber hevjîna wî, bijîşka bedewiyê ye, nehiştibû mêrek bikeve odeyek ji bo jinan.

 Êrişa li dijî bijîşk bû sedema nerazîbûnek berfireh di nav bijîşkan û şêniyan de.

(k)

ANHA