Heftename: Tirkiye hewl did dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê rewa bike

Rojnameyên erebî destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide  bi rêya pêkanîna peymaneke parastinê bi desthilata nû ya Şamê re dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê rewa bike. Rojnameyan bal kişand ser şerê aborî yê Trump jî û dane zanîn ku dewleta Ereban plana koçberkirina Filistîniyan red dikin.

Heftename: Tirkiye hewl did dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê rewa bike
9 sibat, 2025   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de tevgerên dewleta Tirk a dagirekr li Sûriyeyê, siyaseta Trump li herêmê û pirsgirêka koçberkirina Filistîniyan.

‘PEYMANA PARASTINÊ REWABÛNÊ DIDE HEGEMONYAYA DEWLETA TIRK A LI SÛRIYEYÊ’

Rojnameya El Ereb ku bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên avakirina 2 baregehan li Sûriyeyê û wiha nivîsî: "Tirkiyeyê hewl da bandora xwe li Sûriyeyê biparêze û hewldanên xwe yên ku bi salan ji bo rûxandina Beşar Esed kiribûn, bidomîne. Tirkiye vê carê bi rêya peymaneke parastinê ya li gel rêveberiya nû 2 baregehên leşkerî li naverasta Sûriyeyê ava bike da ku hebûna xwe ya rasterast li welat biparêze û xaka Sûriyeyê ji bo çalakiyên xwe yên leşkerî bi kar bîne. "

Rojnameyê cih da nirxandinên çavdêran ên der barê hewlên dewleta Tirk de jî û ev tişt diyar kir: “Peymana nû ya ewlehiyê asta plansaziya Tirkiyeyê ya li herêmê diyar dike. Ev jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk hewl dide aloziyên li herêmê bi kar bîne û ji bo xwe veguherîne derfetan. Li gorî çavdêran, dibe ku peymana parastinê destpêka peymanên din be ku rê li ber şîrketên Tirkiyeyê veke da ku dest deynin ser aboriya Sûriyeyê. Serokên şîrket û komeleyên tirkî jî dibêjin ew rêyên nû yên barkirinê vedikin û ji bo pêşxistina enerjiya hilberîna Sûriyeyê planên razemeniyê çêdikin."

Li gorî rojnameyê, Enqere xwe amade dike ku roleke mezin di Sûriyeya nû de bilîze û valahiya ku Îranê hiştiye dagire, bandora xwe li herêmê berfirehtir bike ku hevrikiyê bi welatên Kendavê re bike û Îsraîlê bi fikar bike.

ŞERÊ ABORÎ YÊ TRUMP

Rojnameya Şerq El Ewset der barê mijarê nivîsî: "Serdemeke nû ya siyasî bi lez dimeşe, mîna ku ew ditirse ku 4 sal derbas bibin, berî ku ew bikare sozên ji alîgirên xwe re dane, pêk bîne. Her wiha mirov dikare bibîne ku di rojên pêşîn ên serokatiya xwe ya duyemîn de, wî darê xwe hilda û şerên li ser asta navxweyî û derve ragihandin. Tê payîn ku darê wî bigihêje gelek beşên civaka Amerîkayê. "

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Niha cîhan li Rojhilata Navîn li benda pêngava din a tevgera Trump e û hinek jî li bendê ne ku şerê Ukrayna-Rûsyayê zêde dereng nemîne.

Ji bo Îsraîlê, xuya ye ku di serdema du dewreyên serokatiyê de, ew welatê herî zêde ji hebûna Trump li Qesra Spî rehet bû û serokwezîrê wê Benjamin Netanyahu, yek ji wan kesên yekem bû ku vexwendnameyeke fermî wergirt bo serdana Washingtonê.”

EL XELÎC: ÇI DI DESTÊ NETANYAHU DE HEYE?

Rojnameya El Xelîc der barê Filistînê de wiha nivîsî: "Ne seyr e ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yekem karbidestê biyanî ye ku piştî destbikarkirina Donald Trump wek serokê Amerîkayê, serdana Qesra Spî bike, ji ber têkiliyên taybet ên kesayetî û ramyarî yên di navbera wan de. Her wiha ji ber ku ew kevneşopa berê ku dibêje Amerîka li herêmê ji bilî Îsraîlê tiştekî din nabîne û Îsraîl jî li cîhanê ji bilî Amerîkayê tiştekî din nabîne.”

Li gorî rojnameyê: "Li Îsraîlê hin kes hene ku bi awayekî cuda li serdanê dinêrin. Barak Sari (şêwirmendê berê yê wezîrê parastinê yê Îsraîlê) di wê baweriyê de ye ku qonaxa bê dê ji bo Netanyahu diyarker be, ji ber ku serdana wî dê diyar bike ka dê hikumet vegere şer an jî pirsgirêkeke mezin çêbe ku bibe sedema hilweşîna hikumetê û hilbijartinên pêşwext.

Di destê Netanyahu de der barê siberoja Xezayê de hin pêşniyar û hin vebijêrkên leşkerî yên cuda hene, her wiha mijara koçberkirina xelkê Xezayê li derveyî axa wan jî heye."

(bb)