Heftename: Peymana QSD’ê û Şamê û bandora wê li ser civaka Sûriyeyê

Rojnameyên erebî diyar kir ku çavdêran peymana QSD’ê û desthilata Şamê bi sûprîzeke mezin û rizgariya ji bo serokê qonaxa derbasbûnê Ehmed El Şeri wesif kir, her wiha di rojnameyên erebî de hat nivîsandin ku hîna kolana Sûriyeyê di bin bandora bûyerên li perava Sûriyeyê de ye, di heman demê de jî girîngiya bi banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan didome.

Heftename: Peymana QSD’ê û Şamê û bandora wê li ser civaka Sûriyeyê
16 adar, 2025   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên di hefteya borî de di rojevên xwe de behsa peymana di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de, bûyerên li perava Sûriyeyê û banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, kir.

SÛPRÎZÊN MEZIN

Rojnameya El Nehar a Lubnanê destnîşan kir ku "Peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê de hat îmzekirin, weke sûrprîzeke mezin ji sûriyeyan re hat ku bi trajediya xwînî ya li herêmên peravê mijul bûn."

Rojnameyê bi bîr xist ku peyman di demekê de ku tawanên komkujî û sûcên qirkirina etnîkî li dijî Elewiyan rêveberiya demkî hejand, hat îmzekirin û hate gotin, "Peymanê hevsengiya wê vegerand û rêya rizgarkirinê da wê. Bi vê boneyê pîrozbahiyên girse hatin lidarxistin."

PÊKHATEYÊN SÛRIYEYÊ DI NAVA TIRSÊ DE NE

Rojnameya El Ereb a li Londonê li ser rewşa Sûriyeyê nivîsî: "Ji ber tiştên ku niha diqewimin, Şokek mezin heye. Karîkaturên El Şarai ku li kêleka serokê berê yê Sûriyeyê Beşar El Esad rûniştiye, hate belavkirin, di krîkatûrê her du ezmûneke dibistanê pêk tînin, El Şarai hewil dide rêbazên El Esek kopî dike. Tişta herî tirsnak ew e dema ku Şerai got ku wî pêşbîn dikir ku kuştina sivîlan ji ber sedemên mezhebî an nasnameyê, pêk bîn.  Ma em gihan vê astê ku  li welatên me jiyana kesan wilo arzan bibe. "

Rojnameyê her wiha nivîsî "Tişta ku em di vê kêliya awarte de li Sûriyeyê dijîn qonaxeke pir metirsîdar e ku tevliheviya ku Îslama siyasî, bi rûyên xwe yên Sunî û Şîe, bi qestî li herêmê çêkiriye û belav kiriye, nîşan dide. Vê yekê dilgiraniya pêkhateyên veguherandiye tirseke mezin, ev tirs jî rewa ye. Ev dîmenên ku herêmên peravê yên Sûriyeyê diyar didin, siberoja tarî ya welat nîşan didin. "

‘PIŞTÎ BANGA ABDULLAH OCALAN DÊ AŞTÎ PÊK WERE?’

El Quds El Erebî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku ev bangewazî dibe derfetek ji bo bidawîkirina nakokiyên navxweyî yên di navbera Tirkiye û Kurdan de.

Li gorî rojnameyê; "atmosfera niha li ser asta navxweyî ya Tirkiyeyê û li ser asta herêmî dibe sedemek alîkar a ji bo diyaloga Tirkî-Kurdî. Her wiha peyama Ocalan bi serê xwe dê bibe alîkar ku Enqere armanca xwe pêk bîne û nehêle tu aliyên din li ser dosyaya kurdî bilîzin, nemaze ku Îsraîl bi rêya Netanyahu dixwaze bi rêya dosyaya kurdî bibe beşeke dosyaya Sûriyeyê.”

(fr)