Li Qamişlo, Hesekê û Amûdê agirê Newroza 2025‛an hat pêxistin

Li bajarên Qamişlo, Amûdê, Hesekê û Til Temirê agirê Newroza 2025`an bi coşeke mezin hat pêxistin.

15 adar, 2025   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Cejna Newrozê, li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo û li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Amûdê, şêniyan agirê Newroza 2025’an dada.

Bi sedan şênî, ciwan û jin tev li şahiyê bûn, bi coşeke mezin û sloganan Newroz pîroz kir.

Li pîrozbahiya taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mihyedîn Hesen axivî, şehîdên Berxwedana Bendav Tişrînê bi bîr anîn û berxwedana şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê, her wiha Rêber Abdullah Ocalan silav kir û got: “Tişta ku niha ji gelan tê xwestin parastina destkeftiyên şoreşê ye. Em destûra ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin qebûl nakin.”

Piştre li her du pîrozbahiyan agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hatin vêxistin û şêniyên beşdar li derdora agir dîlan gerandin. Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bûn.

HESEKÊ

Bi boneya cejna Newrozê ya 2025'an, li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê agirê Newrozê hat pêxistin.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên YPJ, Kongra Star û Hêzên Parastina Civakî (HPC) hatin xemilandin.

Ji heft salî heya heftê salî, li ber agirê Newrozê û stranên gelêrî bi coşeke mezin govend gerand û cejna Newrozê pîroz kir.

TIL TEMIR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi boneya Cejna Newrozê şahiyek li dar xist.

Şahî li Çerxerêya Qendîl a li têketina bajêr bi beşdariya girse ya pêkhateyên Til Temirê ji Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî hat organîzekirin.

Di şahiyê de agirê Newroêz hat pêxistin û beşdaran dîlan li dora agir gerand.

(ekîb/fr)

ANHA

Amûdê

Dirbesiyê