Bi boneya cejnê goristanên şehîdan hatin ziyaretkirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Qurbanê goristanên şehîdan ziyaret kirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal pîrozbahiyên cejnê bi ziyaretkirina goristanên şehîdan dest pê dike.
Piştî nimêja Cejna Qurbanê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Asayîş, fermandar û şervanên QSD, YPJ û YPG’ê jî di nav de bi hezaran kes serdana goristanên şehîdan kirin.
Şêniyan ku wêneyên zarokên xwe yên şehîd hilgirtin, gul li ber gorên şehîdan danîn, ayatên Quranê xwendin, dûa kirin û şêranî jî belav kirin.
Di serdanê de rêveberên Meclisên Malbatên Şehîdan û saziyên sivîl axivîn. Di axaftinan de cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn. Hate gotin, ewlehiya li herêmê berhemê keda şehîdan e. Kesên axivîn îşaret bi hevgirtina pêkhateyên herêmê û kombûna wan a li derdora saziyên xwe yên sivîl û leşkerî kirin.
Di axaftinan de soza şopandina xeta şehîdan û parastina mîraseya wan hat dayîn.
(bb)
kobanê
tirbesipiyê
til hemis
hesekê
dirbasiya
dêrik
minbic
şehba
heleb
qamişlo