Heftename: Banga dîrokî ya Ocalan serdema aştî û demokrasiyê dide destpêkirin

Rojnameyên erebî cihekî mezin da banga Rêber Ocalan û bi banga dîrokî wesif kir û diyar kir ku wê qonaxa aştî û demokrasiyê bide destpêkirin, her wiha gelek rexne li Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Şamê hatin kirin.

Heftename: Banga dîrokî ya Ocalan serdema aştî û demokrasiyê dide destpêkirin
2 adar, 2025   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hefteya aborî de behsa banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Şamê û rewşa Lîbyayê kir.

DI NAVBERA ERDOGAN Û KURDAN DE JI GIRBESTEKÊ WÊDETIR

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê şanda Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan ve civîneke çapemeniyê de hat ragihandin, nivîsî.

Rojnameya El Ereb a Londonê nivîsî ku banga Abdullah Ocalan nîşan dide ku Kurd piştî dehên salan, cara yekem ber bi pêvajoya aştiyê ve bi Tirkiyê re diçin, ku hewaya siyasî ji bo reformên destûrî an hilbijartinên pêşwext amade dike ku dikare demek din ya serokatiyê bide Serokomar Recep Tayyîp Erdogan.

Rojnameya El Quds El Erebî jî li ser heman mijarê nivîsî ku Ocalan bûye parêzvanê demokrasî û aştiyê û diyar kir ku ew dikare deriyê çareseriyeke dîrokî, veke, ku bûye sedema bi deh hezaran kuştî û birîndaran û bandorên mezin li Tirkiyê û cîranên wê kiriye.

‘KONGREYA NÎŞTIMANÎ BEHSA YEKITIYÊ KIR LÊ JI BER DÛRXISTINA PARTÎ Û MEZHEBAN JÎ REXNE LÊ HATIN KIRIN’

Der barê mijarê de rojnameya El Nahar a Lubnanê ku nêrînên siyasetmedaran ên têkildarî kongreyê girtin, li ser zimanê serokê Tevgera Avakirina Neteweyî Anas Jûd diyar kir ku kongre "komên civakî yên berfireh nagire nava xwe." Her wiha diyar kir ku "vexwendname ji kesan re hatin şandin û nûnerên partî, rêxistin û mezheban hatin dûrxistin" û da zanîn ku beşdariya takekesî "ji bo kongreyê statuya nûnertiya cihêreng a siyasî û civakî nade.”

Rojnameyê nivîsî ku kongreya ku li Sûriyeyê tê lidarxistin, dibe ku negihêje armanca tê xwestin anku pêkanîna yekitiyê, lê dibe ku ew bibe pêngavek ber bi dabînkirina asta herî kêm a lihevhatina nîştimanî, heta ku siberojê diyaloga pêwîst were pêkanîn da ku ezmûnên berê dubare nebin.

‘ÇARESERÎ LI LÎBYAYÊ MIMKUN E’

Der barê rewşa Lîbyayê de jî rojnameya El Xelîc wiha nivîsî: “Di salên dirêj ên borî de, hemû hewldanên navneteweyî û herêmî yên ji bo bidawîkirina aloziyên siyasî û ewlehiyê yên Lîbyayê, bi ser neketin. Hêviyên gihaştina çareseriyên rastîn ên ku ber bi aramiyê ve diçin, rawestiyan. Parlamanto û Meclisa Bilind a Dewletê di gelek civînên xwe de, ji bilî yasayên hilbijartinan û avakirina hikumeteke yekgirtî, nekarî li ser rêyên pêwîst ji bo bidawîkirina qonaxa derbasbûnê li hev bikin.”

Rojnameyê diyar kir ku tevî aloziyê dirêj kir jî lê îro derfet heye ku lîbyayî aloziyê derbas bikin û li siberojê bifikirin.

(fr)