Çîroka jineke kedkar… bi ta û derziyê xewnên xwe pêk anîn

Semîha El Ebdo bi makîneyeke dirûtinê ya destan a kevn dest bi rêwîtiya pêkanîna xewna xwe kir. Bi xebata berdewam karî kargeha xwe ya taybet ava bike.

Çîroka jineke kedkar… bi ta û derziyê xewnên xwe pêk anîn
Çîroka jineke kedkar… bi ta û derziyê xewnên xwe pêk anîn
Çîroka jineke kedkar… bi ta û derziyê xewnên xwe pêk anîn
Çîroka jineke kedkar… bi ta û derziyê xewnên xwe pêk anîn
Çîroka jineke kedkar… bi ta û derziyê xewnên xwe pêk anîn
Çîroka jineke kedkar… bi ta û derziyê xewnên xwe pêk anîn
Çîroka jineke kedkar… bi ta û derziyê xewnên xwe pêk anîn
Çîroka jineke kedkar… bi ta û derziyê xewnên xwe pêk anîn
2 adar, 2025   05:10
HESEKÊ
ELÎ SULTAN

Semîha El Ebdo ji gundê Um Hicêra yê gundewarê bajarê Holê yê kantona Cizîrê ye. Rêwîtiya wê ya di pîşeya dirûtinê de bi makîneyeke biçûk û kevin ya destan dest pê kir, ku li quncika mala xwe ya aram li ser kar dikir. Di rêwîtiya xwe de rastî gelek zehmetiyan hat, nemaze kêmbûna derfetên aborî, lê piştgiriya hevjînê wê bû alîkariyeke mezin ku berdewam bike. Ji ber dilxwaziya wê ya kar her derfet çêbû pîşeya xwe pêş xist.

Xewna Semîhayê ji peydakirina derbara malbata xwe wêdetir bû. Wê dixwest ku kargeha xwe ya taybet ava bike,  karibe modelên cilan ên bi dilê xwe bidrû û alîkariya jinên din bike xweseriya xwe ya aborî pêk bînin.

JI ODEYEKE DI XANIYEKÎ PIÇÛK DE BER BI KARGEHEKE LI BAJÊR VE

Peydakirina buhayê kirîna makîneyeke elektrîkê ne karekî hêsan bû, lê wê bi şev û roj xebat kir û ji qezenca xwe hindik pere berev kirin ta ku karî makîneya xweya elektrîkê ya yekem bikire. êdî karîbû zêdetir cil û berganên haştir bidirû.

Gav bi gav Semîha alavên dirûtinê yên zêde berhev kirin, heta ku karibû li bajêr, li avahiyeke ku bi keda xwe kirê kiribû, kargeheke biçûk veke.

Di destpêka vê salê de, Semîhe mala xwe bire bajarê Hokê, li wir kargeha xwe ya bi navê “Sema” vekir, ku niha çar makîneyên dirûtinê tê de hene.

Semîha li ser yek ji wan makîneyan kar dike, hevserê wê li ser yeke din alîkariya wê dike, du jinên din ên ciwan jî li gel wê di kargeha piçûk de dixebitin.

Di kargeha xwe de, Semîha kincên jinan, mêran û zarokan didirû, ew hewl dide ku modelên nû li gorî çanda erebî ya gelêrî bidrû, ji bo wê jî qumaş û tengên li gorî dilê şêniyên herêmê hildibijêre.

Semîha behsa zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye dike û dibêje: "Pirsgirêka herî mezin a ku ez pê re rû bi rû bûm nebûna derfetên aborî û piştevaniyê bû, her wiha qutbûna kehrebê, lewma ez neçar mam  gundê xwe berdim û werim bajarê Holê, li vir hijmara şêniyan zêdetir e û derfetên kar jî ferehtir in. "

Peyama Semîhayê bo jinan: Hûn dikarin xeyalên xwe pêk bînin

Samîhayê, di dawiya axaftina xwe de peyamek ji hemû jinan re şand û wiha got: "Ti zehmetî nikarin asteng bikin, eger vîn û biryrdarî hebe jin dikarin pir tiştan bikin. Tiştek bi hêsanî çêbane, lê bi biryardariyê em dikarin siberoja xwe bi destê xwe ava bikin. "

(k)

ANHA