′Ciwan kevirê bingehîn ê avakirina civakeke azad e′

Tevgerên ciwanan ên Minbicê hedegirtina navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Minbicê şermezar kir û got ciwan kevirê bingehîn ê avakirina civakeke azad e, ji lew re ew her tim tên hedefgirtin.

′Ciwan kevirê bingehîn ê avakirina civakeke azad e′
11 mijdar 2023   16:42
MINBIC

Duh, li navenda Meclisa Ciwanên Minbicê ya li naverasta Minbicê teqînek çêbû, di encamê de zirarên mezin bi avahiyê bûn û gelek kes birîndar bûn.

Der barê mijarê de Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê daxuyaniyek da. Berdevkê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Nasir Himêdî bi beşdariya endamên meclisê, Yekitiya Werzîşê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, komîteyên ciwanan ên meclisên xetan û meclisên sivîl li pêş nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê ya li bajêr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate goti: "Em di qonaxeke zhemet û şerê navbera hêza berxwedana me û xwediyên projeyên mêtingeriyê de dijî. Ji ber ciwan dînamîka civakê û kevirê bingehîn ê avakirina civakên azad e dewleta Tirk a dagirker hewl dide wan bi awayekî yekser an jî bi şerê taybet hedef bigire.

Hedefgirtina navenda ciwanan yek ji hovantirîn sûcên dagirkerî pêk tîne. Ew navend girêdayî kar û barên ciwanan e û ji bo pêşxistina fikir û çandê ye.

Em tevahî şêweyên tundî û binpêkirinên li dijî ciwanên sûriyeyî pêk tên şermezar dikin û dibêjin tiştek nikare vîn û berxwedana ciwanan têk bibe.

Di dawiyê de hate gotin divê her kesê hewl dide ciwan û xelkê me hedef bigire baş bizane ku hewldanên wan bi kêr nayên, ji ber ku em ciwan ji welatê xwe hez dikin û tiştek nikare vîna me bişikîne. Bi zanist û xebatê civaka xwe ava dikin û parastina wê dikin."

(fr)

ANHA