Hanî El Cemel: Heke rêveberên Hemasê ji Qeterê derkevin dibe ku biçin Tirkiyeyê

Hanî El Cemel diyar kir ku Qeter dev ji navbeynkariya di navbera Îsraîlê û Hemasê de bernade û got heke berovajî wê jî pêk were û Enqere bi vê rolê rabe, wê demê mekanîzmayên dan û standinê yên di destê dewleta Tirk de ji yên di destê Qeterê de bi hêztir dibin, ji ber ku Washington nikare fişarê li Enqereyê bike.

Hanî El Cemel: Heke rêveberên Hemasê ji Qeterê derkevin dibe ku biçin Tirkiyeyê
Hanî El Cemel: Heke rêveberên Hemasê ji Qeterê derkevin dibe ku biçin Tirkiyeyê
10 gulan, 2024   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊXNÛR

Di gelek raporan de hatiye diyarkirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) fişarê li Qeterê dike da ku rêveberên Hemasê yên li Dohayê, şertên xwe yên dan û standina bi Îsraîlê re kêm bikin. Li gorî agahiyan Qeter derfeta girtina nivîsgeha Hemasê ya li Dohayê dinirxîne.

Lêkolînerê kar û barên siyasî û herêmî Hanî El Cemel got hebûna Hemasê li Qeterê li ser daxwaza DYA’yê û koordîneya wê bû. Ji ber wê Enqere neçar ma rêveberên Hemasê pêşwazî bike, mîna ku rêveberên Talîbanê pêşwazî kirin.

El Cemel wiha domand: "Qeter ne tenê derfetê dide vekirina nivîsgehên Hemasê lê mehane 30 milyon dolar di Îsraîlê re ji Hemasê re dişîne. Di diyarkirina rêveberên Hemasê û çekirina tevgerê de rolek lîst. Haya DYA’yê pê heye, jixwe wê koordîne kir û Îsraîlê jî pêk anî."

Têkildarî sedemên ji ber wê DYA fişarê li Qeterê dike, El Cemel wiha axivî: "Piştî 7`ê Cotmehê, navbeynkarên misirî û qeterî dest bi tevgerê kir û rewşa li Xezayê girêktir bû. Hemasê piştî êrişên 7`ê Cotmehê nexwest li gorî daxwazin Îsraîlê tev bigere."

Li gorî El Cemel ji ber egerên navborî, DYA fişarê li Dohayê dike û li kêleka wê, Îsraîl Qeterê tawan bar dike ku navbeynkareke ne durist e. Bi nêrîna El Cemel armanc jî ew e ku Hemas dev ji şert û mercên xwe yên dan û standinan berde û bi rastî ev yek di vê dawiyê de çêbû, dema Hemasê pêşniyara Misirê qebûl kir.

El Cemel nirxandina xwe wiha domand: "Ji bo Hemasê 4 cih hene ji bo ku biçe wir; Urdun, Cezaîr ku piştgiriya doza Filistînê dike û ya din Yemen heye. Li Yemenê Hûsî û hegemonyaya Îranê heye. Cihê din jî Tirkiye ye. Ji ber ku têkiliyên wê bi Hemasê re xurt in û rêveberên Hemasê li Tirkiyeyê tîcareteke mezin kiriye. Hemas û Erdogan xwedî heman tevgera siyasî ne anku fikra Îxwan Muslimîn."

Li gorî El Cemel ne diyar e ku Tirkiye li şûna Qeterê navbeynkariyê bike, ji ber ku Qeterê heta niha dev jê bernadeye û wiha domand: "Bi nêrîna min pêk nayê. Heke pêk were jî, dê guhertineke bingehîn çênebe. Lê mekanîzmayên dan û standinê yên di destê Tirkiyeyê de ji yên di destê Qeterê de bi hêztir in. Ji ber ku wê demê Washington nikare fişarê li Enqereyê bike. Têkiliya Enqereyê ya bi Moskovê re jî bandorê li vê mijarê dike."

Di heman demê de El Cemel got Washington dev ji Qeterê bernade, lê dê fişara li ser bidomîne ji bo ku ew jî fişarê li Hemasê bike da ku rewşa nû qebûl bike û rêveberên Hemasê ji Xezayê derkevin.

El Cemel di dawiyê de wiha anî ziman: "Bi hebûna Îsraîlê ya li Xezayê re dê guhertineke demografîk û jeosiyasî li herêmê çêbe. Dê Xeza veguhere herêmeke serbixwe dûrî statuya filistînî. Ji ber ku Washingtonê benderek li ser avê ava kir ku yek ji deriyên koçberiya dilxwazî ya filistiniyan e. Nemaze ku ev bender dê alîkariya Îsraîlê bike ku dest deyne ser alîkariyên mirovî yên ji Xezayê re tên. Yanî dê statuyek wek Black Water mîna li Iraqê çêbûye, li Filistînê çêbe. Yanî dewleta Filistînê bide aliyekê."

(şx)

ANHA