Dayikên gerîlayan berxwedana zarokên xwe silav kir

Dayikên gerîlayan berxwedana zarokên xwe ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk silav kir û tevkariya PDK’ê şermezar kir.

Dayikên gerîlayan berxwedana zarokên xwe silav kir
Dayikên gerîlayan berxwedana zarokên xwe silav kir
Dayikên gerîlayan berxwedana zarokên xwe silav kir
Dayikên gerîlayan berxwedana zarokên xwe silav kir
10 gulan, 2024   04:05
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Dayika gerîlaya YJA Starê Stêrvan Rojava, Zehra Mûsa berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker silav kir. 

Zehra Mûsa bi van gotinan bertek nîşanî tevkariya hêzên PDK’ê ya bi artêşa dagirker re da: “Ne ji gerîla bûya tiştek bi navê PDK’ê nedibû. PDK bûye alav di destê dewleta Tirk a dagirker de. Dewleta Tirk her carê wê ji bo armanc û planên xwe bi kar tîne.”

Zehra Mûsa got serkeftin dê para gerîla be û wiha domand: “Em li ser gerîla natirsin. Serkeftin dê para me be. Dîrok şahida serkeftina gerîlayên azadiyê ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ye. Ev ne cara yekemîn e dewleta Tirk hewl dide gerîla têk bibe, lê her carê têk diçe."

Dayika gerîlayên YJA Star Bêrîtan Rojhilat û Dorşîn Rojhilat, Zîlan Mihemed jî got: "Ne ji berxwedana gerîla bûye hebûna me tune bû. Gerîla hêza yekane ye ku bi bawerî û israr parastina gelan ji êriş û planên pergalên serdest dike.”

Dayika gerîlayê HPG’ê Gerîla Serêkaniyê Zubeyda Bozo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser gerîla hewl dide gelan qir bike û koçber bike.

Zubeyda Bozo bal kişand ser tevkariya PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker û wiha got: "Divê PDK baş bizane ku dê dewleta Tirk rojekê dest jê berde."

(bb)

ANHA