Hakan Fîdan: Bi hikumeta Şamê re ʹşerekî cemidîʹ heye

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoya civînên Astana û vir ve ew bi hikumeta Şamê re ʹşerekî cemidîʹ didin meşandin.

Hakan Fîdan: Bi hikumeta Şamê re ʹşerekî cemidîʹ heye
19 îlon, 2024   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan îdia kir ku Tirkiye amade ye di navbera Erdogan û Esed de hevdîtinekê pêk bîne. Hemwextî wê hikumeta Şamê destnîşan dike ku merca sereke ya lidarxistina hevdîtinê vekişîna hêzên dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyeyê ye.

Fidan ji dezgehên ragihandinê yên Tirkiyeyê re da zanîn ku dan û standina di navbera Enqere û Şamê de bi awayekî nerasterast didomin û hevdîtinên li ser asta îstixbatatî û leşkerî pêk hatin.

Fîdan her wiha diyar kir ku di navbera wan û hikumeta Şamê de ʹşerekî cemidîʹ heye û ji dema peymana Rûsya û Tirkiyeyê ya 2017’an ve, şer tune ye û rewş aram e.

Li hemberî daxuyaniyên wiha yên berpirsên dewleta Tirk a dagirker çeteyên wê yên li deverên Sûriyeyê yên dagirkirî dikevin rewşeke bitirs û heta niha xwepêşandanên li dijî nêzîkbûn û hevdîtinan didomin. Nexasim ku Erdogan mijara destekdayîna şoreşa Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe û dagirkirina xaka Sûriyeyê bi kar anî. Her wiha wî krîza penaberên Sûriyeyê di hemleyên xwe yên hilbijartinan de bi kar anî û hin deverên opozîsyona Sûriyeyê di peymanên Astana de radestî hikumeta Şamê kirin.

(mh)