Guterres: Divê tavilê agirbest li Xezayê pêk were

Sekreterê giştî yê NYˊyê António Guterres, piştî Îsraîlê gavên destpêkê yên kontrolkirina bajarê Xezayê ragihandin, bang kir ku divê demildest agirbest li Xezayê pêk were.

Guterres: Divê tavilê agirbest li Xezayê pêk were
21 tebax, 2025   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Îsraîlê gavên pêşîn ên kontrokirina Xezayê ragihandibû,  Sekreterê giştî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres îro bang kir ku divê demildest li Xezayê agirbest pêk were.

Guterres di kongreya têkildarî geşepêdana Afrîkayê de ku li Japonyayê  pêk hatibû, xwest ku dimildest agirbest li Xezayê pêk were.

Guterres bang li Îsraîlê kir ku biryara xwe ya berfirehkirina avahiyên niştecihbûnê "yên derqanûnî" li  Şerîdaya Rojava ya Xezayê betal bike.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avi Dvrin duh ragihandibû ku Îsraîl derbasî qonaxa xwe ya yekemîn a êrişa dijî bajarê Xezayê bûye. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ji artêşê xwest ku di zûtirîn dem de baregehên Hemasê kontrol bike.

(fr)