Gundên Şera û Şêrawayê tên topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Aqîbê, Soxanekê, Şewarxa, Tinib, Tatmeraş û Kiştearê yên navçeyên Şera û Şêrawayê yên Efrîna dagirkirî topbaran dikin, di encamê de 2 welatî birîndar bûn.

Gundên Şera û Şêrawayê tên topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
20 cotmeh, 2023   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Aqîbê, Soxanekê, Şewarxa, Tinib, Tatmeraş û Kiştearê yên navçeyên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrînê yên dagirkirî tobparan dikin, di heman demê de balafirên bêmirov li asîmanê herêmê digerin.

Di encama topbarana li dijî gundê Aqîbê de welatiyê bi navê Ferîd Mistefa Berekat (23) û Şeyma Mihemed Receb Talib (29) birîndar bûn.

(fr)

ANAH