Gundên Hemayê ji tunebûna kanalîzasyonê bêzar bûne

Li wargehên qeraxa Çemê Sarût ê li bajarê Hemayê, ji ber tunebûna xetên kanalîzasyonê hemû avên qirêj dikevin nava çem. Lewma jiyana welatiyan û çandinî ketiye rewşeke xeternak.

Gundên Hemayê ji tunebûna kanalîzasyonê bêzar bûne
Gundên Hemayê ji tunebûna kanalîzasyonê bêzar bûne
Gundên Hemayê ji tunebûna kanalîzasyonê bêzar bûne
Gundên Hemayê ji tunebûna kanalîzasyonê bêzar bûne
Gundên Hemayê ji tunebûna kanalîzasyonê bêzar bûne
13 mijdar, 2025   05:50
HEMA

Çemê Sarût li nêzî gundê Siwêdê yê herêma Misyafê ya bajarê Hemayê dest pê dike û di gelek gund û bajarokên wekî Kefer Eqîd û Cercere re derbas dibe. Ava çem ji bo şêniyên gundên derdorê çavkaniya sereke berhemên çandiniyê yên weke pembû û sebzeyan e. 

Lê ji ber ku li herêmê xetên kanalîzasyonê nîn, tevahiya ava qirêj a gundan dikeve nava çem. Projeya ku di dema rejîma Baas de hatibû destpêkirin jî di hale xwe de hatiye hiştin. Her wiha bermahiyên kargehên guvaştina zeytunan jî dikevina çem. Lewma av gelekî qirêj bûye û êdî gihîştiye asta xeternak.

Şêniyên li qeraxên Çemê Sarût dijîn, bang rayedaran kirin ku dest ji siyaseta paşguhkirinê berdin û projeya kanalîzasyonê temam bikin û çavdêriyeke cidî li ser kargehên zeytûnan bikin da ku bermahiyan navêjin nava çem.

Endamên Komeleya Cotkaran a gundê Kefer Eqîd ji ajansa me re diyar kirin ku çem pir qirêj bûye, ji ber wê yekê, êdî zeviyên çandiniyê bi wê nayên avdan. Ava bîran jî qirêj bûye.

Şêniyan û Komeleya Cotkaran ji Rêveberiya Çandiniyê ya Hemayê xwestibû ku ji bo çareseriyê komîtiyek hevbeş were avakirin, lê rêveberiyê heta niha bersiv nedaye.

(mh)

ANHA