Gundên Efrîn-Şehbayê tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker 6 gundên kantona Efrîn-Şehbayê topbaran dikin. Hate diyarkirin ku droneke xwekujî li Şerayê hat xistin.

Gundên Efrîn-Şehbayê tên topbarankirin
24 cotmeh, 2024   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker ji saetên sibehê ve heya niha gundên Şeala, Dêr Qaq, Semoqa, Til Medîq û Bendava Şehbayê yên kantona Efrîn-Şehbayê topbaran dikin. 

Hate zanîn ku gundên navborî heya niha bi 150 obîsan hatin topbarankirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin droneke xwekuj a dewleta Tirk a li dagirker li gundê Şewarxa yê bajarokê Şerayê hat xistin.

(bb)

ANHA