Y.J.Ê.R: Bîranîna Cejna Batîzmê wê tenê bi rêûresmên olî ve sînordar bin

Y.J.Ê.Rˊê destnîşan kir ku wê pîrozkirina Cejna Batîzmê ya îsal tenê bi rêûresmên olî ve sînordar bin û diyar kir ku "Fedakariyên mezin ên ku şehîdên me li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dane, ji me tê xwestin ku em vê boneyê bi ruhekî cuda li gorî wan fedakariyan, êşa birîndaran û berxwedana gel be, bi bîr bînin.

Y.J.Ê.R: Bîranîna Cejna Batîzmê wê tenê bi rêûresmên olî ve sînordar bin
13 ÇILE, 2026   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê.R) 15ˊê Çileya 2026ˊan Cejna Batîzmê pîroz dike, û vê boneyê wek yek ji boneyên olî ya xwedî cihekî mezin li gel êzidiyan bi nav dike û ji bo wê şahî tê lidarxistin.

Y.J.Ê.Rˊê bi daxuyaniyek nivîskî der barê Cejna Batîzmê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 15ˊê Çileya 2026ˊan, Cejna Batîzmê ya ku êzidiyên ji eşîra Cîlka bi bîr tînin e. Wek her carê şahiyên berfireh bi vê boneyê tên lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku lê ji ber rewşa awarte, êriş û komkujiyên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêbûne tê xwestin ku ev bon tenê bi rêûresmên olî ve sînordar bin. Ji lew re tevahî şahiyên girêdayî cejnê betal dibin.

(fr)