Gundekî din ê Minbicê tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Kawiklî yê Minbicê topbaran dike.

Gundekî din ê Minbicê tê topbarankirin
2 gulan, 2024   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Kawiklî yê dikeve rojeavayê kantona Minbicê topbaran dikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çete û dagirker ji baregeha Şêx Nasir gundê Kawiklî bi obîsan dane ber topan.

Saet derdora 10.45’an de artêşa Tirk û çeteyên wê gundên  Diric û Şemdan ên dikevin bakuarê bajarê Minbicê bi hewan û obîsan, topbaran kirin.

(bb)

ANHA