Guhertina li Sûriyeyê û vebijarkên dijwan ên Kanadayê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên îro behsa guhertina li Sûriyeyê, hevkariya bazirganî ya di navbera Amerîka û Kanadayê û îstifaya Trudeau kir.

Guhertina li Sûriyeyê û vebijarkên dijwan ên Kanadayê rojeva rojnameyên erebî ye
8 ÇILE, 2025   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

GUHERTINA LI SÛRIYEYÊ GUHERTINA HEVSENGIYA HERÊMÊ YE

Rojnameya El Ereb El Londoniye nûçeyek bi sernavê "Guhertina li Sûriyeyê guhertina hevsengiya herêmê ye" weşand. Rojnameyê di nûçeyê de diyar kir ku pirsê "rola ku Sûriyeyê dê di guhertina herêmê de bilîze çi ye?" xwe dide pêş. Li gorî rojnameyê, Sûriyeyê ji "eniya berxwedanê" derket ku Îranê ji bo projeya xwe firehkirinê, piştgiriya wê dikir.

Rojnameyê destnîşan kir ku bi derketina hevsengiyeke nû li herêmê re pirseke gelek girîng dê derkeve holê, "gelo Ehmed El Şeri dikare kar bike ji bo ku Sûriyeyê xwedî roleke cuda li herêmê be?".

Rojnameyê anî ziman ku rayedarên sûriyeyî yên nû peyamên dilxweş didin dewletên erebe ku "Divê Sûriyeyê, dewleteke ereb be ne ku erebwariyê îdia dike û bazirganiyê li ser Filistînê dike yan jî xwedî kûrahiyeke îranî ye".

Rojnameyê di nûçeya xwe de wiha nivisiye: "Teqez El Şeri hewl dide li gorî guheritna mezin çêbûye, tev bigere. Lê dîsa jî baldarî gerek e. Çavê gelekan li destûra nû, kongreya nîştimanî û dê kî tev li bibe ye. Bê guman derengxistina lidarxistina kongreyê, kêrhatî bû. Ev tê wateyê ku desthilata nû li Sûriyeyê êdî di wê baweriyê de ye ku divê pêkhateyên Sûriyeyê tev de tev li vê kongreyê bibin. Gelo El Şeri dê sozên xwe bîne cih nemaze ku dibêje ew beriya her tiştî sûriyeyî ye."

PIŞTÎ ÎSTIFAYA TRUDEAU KANADA RÛBIRÛYÎ VEBIJARKÊN DIJWAR E

Rojnameya El Xelîc behsa hevbeşiya bazirganî ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Kanadayê kir ku di navbera du welatan li seransî cîhanê de ya herî mezin e. rojnameyê diyar kir ku bazirganiya bi rêya sînor sala 2023`yan gihaştiye 926 milyar dolarî. Lê ferzkirina qeydên nû ji bo Kanadayê bû pirsgirêkeke cidî, lê Trudeau nikare li hember vê pirsgirêkê tiştekî bike ji ber ku li ser geşepêdana kanadayî xetereyeke mezin e û ji ber wê îstifa kir.

Rojnameyê diyar kir ku hilbijartina serokwezîrek nû mîna serokê Partiya Muhafîzkeran a opozîsyonê Pierre Poilievre dibe ku bi perspektîfên serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump re lihevhatîtir be.

Bi nêrîna rojnameyê "Kanada ji bin bandora Trudeau derdikeve û li benda kirasekî yak ku hîna ne teşe ne nîşaneyên wê diyar nebûne û dê çawa bi girtekên nû yên Trump re û hêviyên kanadiyan mijul bibe.

(şx/k)