Greva girtiyên azadiyê bi biryardarî didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, di roja 100’î de dewam dike.

Greva girtiyên azadiyê bi biryardarî didome
5 adar, 2024   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka Kurd û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribû. Çalakî, di roja 100’î de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de dest pê kir. Girtiyên azadiyê destnîşan kiribû ku heke heta 15’ê Sibatê tecrîd neyê rakirin dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Li ser navê girtiyên azadiyê Denîz Kaya di 12’ê Sibatê de daxuyaniyeke din dabû û wiha gotibû: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin."