Wê Graham vê hefteyê ‘Pêşnûmeya Parastina Kurdan’ pêşkêşî senatoyê bike

Senatorê Partiya Komarparêz a Amerîkayê Lîndsey Graham gotibû ku dê pêşnûmeya bi navê “Pêşnûmeya Yasaya Parastina Kurdan” pêşkêşî Senatoya Amerîkayê bê kirin. Kurdên Amerîkayê ji bo vê pêşnûmeyê kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Wê Graham vê hefteyê ‘Pêşnûmeya Parastina Kurdan’ pêşkêşî senatoyê bike
29 ÇILE, 2026   01:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê Partiya Komarparêz a Amerîkayê Lîndsey Graham diyar kiribû ku dê pêşnûmeya bi navê “Pêşnûmeya Yasaya Parastina Kurdan” pêşkêşî Senatoya Amerîkayê bê kirin. Senator Graham ku çend roj e êrişên li ser Rojava bi bîr dixe, destnîşan kiribû ku dê pêşnûmeyek pêşkêşî Senatoyê bike û piştgiriyek xurt ji her du  partiyan ankû Partiya Komarparêz û Partiya Demokrat heye.

Li gorî pergala DYAyê hikûmet neçar e ku yasayên senatoyê çêkirine di pêkanîna polîtîkayên xwe de li ber çavan bigire.

Ji bo ku ev pêşnûme were pêşkêşkirin û qebûlkirin, Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanî jî li ser malpera chance.com kampanyaya îmzayê da destpêkirin. Heta niha bi deh hezaran kes ev kampanya îmze kiriye.