Xeteriya jiyanê ya zarokê di gulebarana leşkerên Tirk de birîndar bû didome

Malbata zarokê ku li Kobanê di encama gulebarana leşkerên Tirk de bi giranî birîndar bûye, diyar kir ku gule hîn ji bedena zarokê wan nehatiye derxistin û xeteriya jiyanê didome.

Xeteriya jiyanê ya zarokê di gulebarana leşkerên Tirk de birîndar bû didome
26 tebax, 2025   15:28
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Duh êvarê saet 21.30’an leşkerên Tirk gule ber bi bajarê Kobanê ve reşandin û di encamê de zarokê 15 salî yê bi navê Welat Mehmûd Horan ku li dikana malbata xwe bû bi giranî birîndar bibû.

Welat Mehmûd Horan ku piştî êrîşê veguhestibûn nexweşxaneya Almanî ya bajarê Kobanê, tê dermankirin.

Osman Hisî, diyar kir ku li gorî agahiyên rayedarên nexweşxaneyê guleya li bedena Welat ketiye, di pişika wî de maye û hîn nehatiye derxistin, lewma xeteriya jiyanê berdewam dike.

Osman da zanîn ku Welat dema li dikarana xwe ya mobilyayê bû, gule li wî ketine û got: "Dîkana wan dûrî sînor e. Lê bê seruber gulebaran hatiye kirin. Weke tê zanîn beriya demekê jî dewleta Tirk gule avêtibûn sivîlên gundê Siftekê yê Rojavayê Kobanê û gelek gundên din."

(a)

ANHA