Gerînendetiya Trafîkê şehadeta emdamekî xwe ragihand

Gerînendetiya Trafîkê ragihand ku endamê wan Ubeyde El Betran şehîd bûye.

Gerînendetiya Trafîkê şehadeta emdamekî xwe ragihand
10 mijdar, 2025   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê da zanîn ku endamê wan Ubeyde El Betran di 24’ê Îlonê de dema li ser erka xwe bûye şehîd bûye.

Di daxuyaniya gerînendetiyê de hate gotin: “Em piştrast dikin ku xwîna şehîdên me dê wekî ronahiyekê li ser rêya me ya ber bi avakirina ewlehî û aştiyê ve bimîne û qurbaniyên wan dê vala neçin. Berevajî vê, ew ê bibin handanek ji bo berdewamiya rêwîtiyê heya ku ewlehiya tevahî gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were bidestxistin. Em sersaxiyê ji malbata şehîd, hevalên wî û hemû gelê me re dixwazin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Şehîd: Ubeyde El Betran
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Îsa
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Reqa, 24 Îlon 1985
Dîroka Tevlêbûnê: 28 Tebax 2017
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, 24 Îlon 2025