Rejîma Îranê rojnamevanekî Kurd binçav kir

Hêzên rejîma Îranê rojnamevanê bi navê Ferdîn Mustefayî yê xelkê Seqizê binçavkirine.

Rejîma Îranê rojnamevanekî Kurd binçav kir
19 îlon, 2024   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, duh hêzên rejîma Îranê rojnamevanê bi navê Ferdîn Mustefayî yê xelkê Seqizê binçavkirine.

Hat ragihandin ku Ferdîn Mustefayî li ser rêya Bane hatiye binçavkirin û çarenûsa wî nediyare.

Her wiha hat ragihandin Ferdîn rêveberê kanala telegramê ya bi navê ‘Seqiz Rudaw’ bû endamê Federasyona Rojnamevanên Navdewletî ye.