Gerîlayan bi peyamê xwe 45’ mîn Salvegera PKK’ê silav kirin

Gerîla TV peyama koma gerîla yak u di 20'ê Mijdarê de li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji sê baskan ve operasyoneke şoreşgerî ya gerîla lidarxistin weşand.

Gerîlayan bi peyamê xwe 45’ mîn Salvegera PKK’ê silav kirin
24 mijdar, 2023   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser encama vê operasyonê  daxuyaniyêk nivîskî weşand û û diyar kiribû ku 49 dagirker hatine cezakirin

Yek ji baskên vê operasyonê jî li ser Girê Şehîd Pîrdogan bû. Gerîla TV dîmenê koma êrîşê ya Girê Şehîd Pîrdogan weşand.

Peyama bi vî rengî ne:

"Ji bo têkbirina li ser Kurdistanê dagirkeriyê ferz dike, ev demeke em di nava amadekariyên pêngaveke tolhildanê ya hevalên şehîd û ji bo paqijkirina girên hatine dagirkirin de ne. Amadekarî hatine kêliyên dawiyê. Heval bi coşeke mezin û bi hêrseke tolhildanê wê ber bi pratîkeke berfireh ve biherikin. Em ê bi rê bikevin, ber bi qada Girê Amediyê, Girê Şehîd Pîrdogan biçin. Dagirker niha bi kepçeyan hewl dide dagirkeriya xwe mayinde bike û li ser hevalên li wê derê zexteke psîkolojîk bike. Ji bo em dijmin bisekinînin û ji wir biavêjin çi ji destê me bê, em ê heta dawiyê pêk bînin. Em ê bêteredût bi ser dijmin ve biçin."