Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê: 20 çete û 3 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên ji 17’ê Cotmehê heta 19’ê Mijdarê de 20 çete û 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, her wiha 22 çete û 12 leşker jî birîndar bûn.

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê: 20 çete û 3 leşker hatin kuştin
24 mijdar, 2023   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî çalakiyên xwe yên dawîn ên li dijî çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke fermî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin “Di navbera rojên 17’ê Cotmehê û 19’ê Mijdarê de ji aliyê hêzên me ve li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bibandor hatine lidarxistin.” û ev agahî hatin parvekirin:

“Di roja 17’ê Cotmehê de li xeta Marê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Di roja 18’ê Cotmehê de, li xeta Babê di encama 2 çalakiyên taybet de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Di roja 19’ê Cotmehê de, li xeta Babê di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Di roja 20’ê Cotmehê de, di encama çalakiya ku li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Enabkê yê navçeya Şera de leşkerek artêşa Tirk hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Di roja 20’ê Cotmehê de, li xeta Babê di encama çalakiyekw taybet de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Di roja 20’ê Cotmehê de, li xeta Marê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Di roja 21’ê Cotmehê de, li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Enabkê yê navçeya Şera çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Di roja 30’ê Cotmehê de, di encama çalakiyekê de ku li xeta Babê hat lidarxistin, çeteyek hat kuştin.

Di roja 31’ê Cotmehê de, li xeta Babê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Di roja 1’ê Mijdarê de, li xeta Babê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ BAREGEHÊN ARTÊŞA DAGIRKER

Di roja 6’ê Mijdarê de, li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Hîzwan çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Di roja 10’ê Mijdarê de, li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a Daglibaşê çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.

Di roja 17’ê Mijdarê de, li xeta Marê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Di roja 18’ê Mijdarê de, li herêma Efrînê di encama çalakiyeke taybet de 5 çete hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn.

Di roja 19’ê Mijdarê de, di navbera gundên Kîmar û Beradê yên navçeya Şêrawa de li hember baregeheke çeteyên dagirker çalakiyeke serdagirtinê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn. Her wiha 2 kamerayên mobese hatin rûxandin.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 20 çete û 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 22 çete û 12 leşker jî birîndar bûn.”