Gerîla TV li ser çalakiyan klîbeke parve kir

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser çalakiyên hewayî klîbeke nû çêkir. Di klîbê de tirs û xofa ku gerîla xistiye dilê dagirkeran tê xêzkirin.

Gerîla TV li ser çalakiyan klîbeke parve kir
24 kanûn, 2024   22:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîla TV li ser çalakiyên gerîla û bandora wê ya li ser leşkerên artêşa Tirk a dagirker klîbek çêkir. Di klîbê de taktîkên nûjen ên gerîlayan li ser qaxizekê tê xêzkirin. Gerîla balafira bêmirov a bombebarkirî xêz dike. Li binê balafirê jî leşkerê Tirk ên ketiye taya mirinê jî xêz dike. Gerîla ji hewa û erdê ve tirs û xofeke mezin xistiye dilê dagirkeran û nahêle siya wan jî li çiyayên Kurdistanê bimîne.