Îsraîlê ji xelkê Quneyterayê xwest di navbera 48 saetan de çekên xwe deynin

Artêşa Îsraîlê bang li xelkê gundê Cubata El Xeşeb kir ku di navbera 48 saetan de çekên xwe deynin.

Îsraîlê ji xelkê Quneyterayê xwest di navbera 48 saetan de çekên xwe deynin
24 kanûn, 2024   22:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê 48 saet dem da şêniyên gundê Cubata El Xeşeb ê Quneytirayê yê başûrê Sûriyeyê da ku çekên xwe deynin.

Roja yekşema borî artêşa Îsraîlê hişyarî dabû şêniyên bajarê Baas ê Quneytirayê ku di 2 saetan de çekên xwe radest bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Îsraîlê derbasî deverên nû yên herêma Bendava El Mentera ya Quneytirayê bû. Bi vî awayî heta kûrahiya 7 kîlometreyan derbasî hundirê xaka Sûriyeyê bûye, rêbendên kontrolê danîne û qedexeya ketin û derketina ji deverên ku kontrol kirine, ragihandiye.

Gundê Cubata El Xeşeb jî li rojhilatê Colanê ye û ji gundên herêma tampon a ku di bin çavdêriya hêzên Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye.

(mh/fr)