Gerîla TV dîmenê çalakiya YJA Starê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya ku li navçeya Elbak a Wanê ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate lidarxistin weşand.

Gerîla TV dîmenê çalakiya YJA Starê weşand
28 ÇILE, 2024   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya ku 4'ê Mijdara 2023'an hate lidarxistin, ev daxuyanî dabû.

"4'ê Mijdarê saet di 10:30'î de li li ser rêya ber bi qereqola Xwelînkê ya li navçeya Elbakê, bi rêbaza sabotajê li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo hate xistin. Di ecama çalakiyê de wesayit bi temamî îmha bû û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve ji bo hilanîna tola hevrêyên meYûsûf Pîrosî, Şoreş û Deyndar hate lidarxistin."