Li kampa Hol DAIŞ`iyek hat girtin û gelek tonel hatin dîtin

Hêzên tev li pêngava sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" bûne, di beşa muhecîrat de gelek tonel, mayîn desteser kirin û DAIŞ`iyekî cilên jinan li xwe kiribû, girtin.

Li kampa Hol DAIŞ`iyek hat girtin û gelek tonel hatin dîtin
28 ÇILE, 2024   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR-DIYAR EHMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê, 27`ê Çileyê dest bi pêngava sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" li kampa Holê kir.

Mudirê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî ji ajansa me re axivî û got: "Pêngava sêyemîn a operasyonê heta bigihêje armanca xwe dê berdewam bike."

Lê belê demeke diyar jê re diyar nekir.

Şamî wiha domand: "Roja yekemîn a operasyonê, gelek girîng bû. Di wê rojê de me çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribû, li beşa muhecîrat girt ku nabe mêr bikevin vî beşî. Her wiha me gelek tonel û mayîn dît."

Her wiha Şamî destnîşan kir ku xetereya kampa Holê ji ya girtîgeha Sîna ne kêmtir e û bi bombeyekê bi nav kir ku dibe di pêvajoya bê de biteqe.

Şamî diyar kir ku di çend mehên dawîn de tevgera DAIŞ`ê zêde bûye û wiha domand: "Di çend mehên dawîn de tevgera DAIŞ`ê di nav kampê de zêde bû, nemaze piştî kuştine serçeteyê bi navê Ebû Ubeyd El Iraqî ku şaneyên DAIŞ`ê di nav kampê de bi rêxistin dikir."

Şamî da zanîn ku piştî kuştina Ebû Ubeyd El Iraqî, şaneyên DAIŞ`ê di nav kampê de xwestin êriş bikin û serçeteyekî din diyar bikin û di nava jinan û zarokan de veşartin ji bo ku bi hêsanî tev bigere, êrişan bike, planan çêke û DAIŞ`ê vejîne.

Têkildarî beşa muhecîrat Şamî got: "Beşa muhecîrat, taybet a jinên DAIŞ`î ne, ji wir fikrên DAIŞ`ê û ideolojiya wê belav dikin. Em dikarin bêjin binesaziya tundrawî ya wan e ji ber ku hejmareke mezin a zarokên DAIŞ`ê lê hene ku li ser fikirê DAIŞ`ê mezin bûne."

Şamî hişyarî da ku nifşekî ji çeteyan bigihê û got: "Rêbaza tevgera zarokan, êrişên wan ên bi keviran, çêkirina listîkên xwe ji şûr û amûrên şer, îsbat dike ku ew di pêşerojê de wê bibin xetereyeke mezin. Heke ev zihniyet tune nebû, em û cîhan dê rû bi rûyî nifşekî nû yê DAIŞ`ê bin."

(şx)

ANHA