Gêlo Îsa: Konferansa Yekrêziyê bi saya banga Rêber Apo li dar ket

Gêlo Îsa destnîşan kir ku bi saya banga Rêber Abdullah Ocalan, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hatiye lidarxistin.

Gêlo Îsa: Konferansa Yekrêziyê bi saya banga Rêber Apo li dar ket
4 gulan, 2025   03:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûrî (PDKS) Gêlo Îsa li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku 26'ê Nîsanê li Qamişloyê li dar ket, ji ANHA’yê re axivî.

Gêlo Îsa di destpêka axaftina xwe de got: "Gelê Kurd bi dehan salan têkoşîneke bêhempa kir, ji bo ku azadiyê bi dest bixin.”

Îsa diyar kir ku ve di 14 salên şoreşa Rojava de YPJ, YPG û QSD, her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi têkoşîneke mezin hatine avakirin.

Di berdewama axaftinê de Îsa destnîşan kir ku ew dixwazin pirsgirêka Kurd di hundirê Sûriyeyê li ser asta nîştimanî çareser bibe û got: "Gelek kes dibêjin Sûriye parçekirî ye, lê li gorî nêrîna min di dema rejîma Baasê de Sûriye parçekirî bû.”

Gêlo Îsa got: "Hemû partî û nûnerên gelek aliyên siyasî di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de amade bûn. Di konferansê de aliyên siyasî, civaka sivîl û rewşenbîr gihaştin hev da ku ew belge bibe çareseriya pirsgirêka Kurd.”

Di dawiyê de Gêlo Îsa diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku bigihêjin mafên xwe.

ANHA