Gelê Wanê dijî darbeyên siyasî bû lehî 

Hevserok û rêveberên DEM Partiyê ku civîna xwe li Wanê çêkirin, piştre bi beşdariya hezaran kesan dijî darbeya hilbijartinê meşiyan.

Gelê Wanê dijî darbeyên siyasî bû lehî 
3 nîsan, 2024   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN  

Bertekên li dijî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ku ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatibû hilbijartin, her ku diçe zêdetir bibin. Esnafên bajar îro derabeyên dikanên xwe venekirin û li 7 noqteyên bajar meş dest pê kirin. Bi sedan kesan gelek caran dirûşmên “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” berz kirin. 

 Li hinek noqteyan polîsan êrişî girseyê kirin. Li ser vê yekê welatiyan berîqet danîn. Hinek welatî jî heta Cadeya Cumhuriyetê ya di dorpêçê de meşiyan. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrişî girseyê kirin. Berxwedana li dijî êrişan didome û ji gelek aliyan ve gel ber bi Cadeya Cumhuriyetê ve diherike. 

 Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê civîna xwe li Wanê li dar xist. Civîn bi serokatiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ve hate lidarxistin. Piştî civînê jî meş hat lidarxistin. 

 Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Hevberdevka Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Edanûr Îbrahîmoglû, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, siyasetmedara kurd Leyla Zana, Başak Demîrtaş, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û şandeya CHP’ê, Hevserokê SYKP’ê Mercan Tîtîz, Serokê EHP’ê Hakan Ozturk, parlamenter, endamên MYK’ê, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî li pêşiya Perîhan AVM’ê (Navenda Kirîn û Firotinê) hatin gel hev û heta Parka Feqiyê Teyran Meşiyan.

 Piştî meşa ku bênavber dirûşm hatin berzkirin, Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari axaftin kirin.