Li Minbicê zêdetirî 700 hezar îmze hatin komkirin

Xebatên komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li kantona Minbicê bi dawî bûn. Hate ragihand ku di hemleyê de 711 hezar û 180 îmze hatine komkirin.

Li Minbicê zêdetirî 700 hezar îmze hatin komkirin
3 nîsan, 2024   15:21
MINBIC

Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li kantona Minbicê daxuyaniyek da û ragihand ku xebatên komkirina îmzeyan li kantonê bi dawî bûne piştî ku 711 hezar û 180 îmze hatine komkirin.

Endamê însiyatîfê Sadiq El Esîdî daxuyanî li Stada Beledî ya bajêr xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bo ku em dengê xwe bigihînin cîhanê da ku berpirsyariyên xwe li hemberî vîna gelan bînin cih û siyaseta hovane ya ku desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî li Îmraliyê dimeşîne, bi dawî bike, me dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir. Piştî komkirina 711 hezar û 180 îmzeyan hemleya me bi dawî bû."

Di daxuyaniyê de soz hate dayîn ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, dê rêya têkoşîn û berxwedanê berdewam bike. Her wiha greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirkiyeyê de yên ku piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin, hate silavkirin.

(şx)

ANHA