Kolberekî din hate qetilkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de kolberek hate qetkirin, yek jî birîndar bû.

Kolberekî din hate qetilkirin
25 cotmeh, 2025   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, duh li sînorê Sadawa ya ser bi bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberek bi navê Îbrahîm Pîranzade yê xelkê gundê Bîlwî ya ser bi bajarê Baneyê, di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de jiyana xwe ji dest daye, yek jî birîndar bûye.

Çavkaniyê ragihand ku hêzên Îranê raste rast gule li kolberan reşandine.

Di heman nûçeyê de hate gotin ku kolberê birîndar rakirine nexweşxaneyê.