Gelê kantona Firatê li dijî êrîşan meşiyan

Bi hezaran kes li Kantona Firatê bi meşeke girseyî êrîşên çeteyan û dewleta Tirk ên dagirker ya li ser kantona Efrîn-Şehba û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

5 kanûn, 2024   13:53
KOBANÊ 

Gelê Kantona Firatê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehba, Minbic, Kobanê, Dêrik û gelek herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daketin qadan.

Bi hezaran kes li Qada Jin a Azad li hev kom bûn û heta Qada Şehîd Egîd meşiyan. Di meşê de şaxê dara Zeytûnê ku nîşaneya Efrînê ye û alên ji wêneyên Rêber Apo hatin hildan.

Meş bi dirûşmeya 'Bi berxwedana gelê Rojava û Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê, em ê dagirkeriyê têk bibin' hate lidarxistin.

EM Ê BI SER BIKEVIN

Piştî ku meş gihîşt Qada Şehîd Egîd ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz hate girtin.

Hevserokê Desteya Jîngehê a Kantona Firatê Arif Balî li qadê axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi wê berxwedana xwe jî dagirkeriyê têk bibin.

Arif Balî got, "Berxwedana Sedsalê bi xwîna zarokê me hatiye nivîsandin, wê hîna jî bê nivîsandin û bi wê yekê jî em ê dagirkeriyê têk bibin. Em weke Rêveberiya Xweser berxwedana gelê xwe silav dikin. Cebhet El Nûsra û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hemû fermanên xwe ji Erdogan digre. Erdogan talan û wêrankirinê pêk tînin. Me seferberî ragihand û em ê jî bi wê yekê bi ser bikevin."